Helbestvan û hunermend bo cîhaneke bijarte (neyeksan)tevgereke, hatiye damezirandin bo derfetek helbest û hunerê be li ser intirnêtê. Tevgereke bawer e bi gotin û hunerê weke desgehên guhertin û têgihiştinê, hatiye biaferîne cihekî li wî giyanên mirovane tevîhev bibin. Derfetek û rêyeke nû be li ser axeke gihiştî. Tevger teqez dike ku cîhan dîwareyeke, hemî mirov beşdar in di ristina wê de, weke helbestvan Bayron dibêje(tiştekî gellekî baş be, ne bitenê baş be).
Tevgera Helbestvan û hunermend bo cîhaneke bijarte dixwaze dengê mirov bigihîne di şêlûbêla mija cîhanê de, dixwaze hevdîtinek be bo gotina diyar û dengên awarte dema dest bi tevîhev dibin, di destikekî de digihêjin hev. Cihek be, li wî dengên tekane werin guhdarî kirin bo jîwariyeke xweşik û afirandina axeke gihiştî ji siberojeke rengîn re.
Armanc pirr hesan e ha, dixwaze dengên herî afrêner bikişîne ber bi xwe de, cihek be li wî kesên bijartî dikarî bin hevrikiyê bikin, li wî giyan serxweş bibe, veje, wilo û wê tevger belav bike berhemên wêje, huner û mûzîkê bi rengekî berdewam, lewra wê ew lengerek be ji giyanê cîhanê re, cihek be ji sewdan û dil re bo lêdana dil û afrêneriyê bibihîzî, wê mûzîkjen, şêwekar û helbestvan hevbigrin li wê, bo karekî hevbeş, wê cirîde, hevdîtinên hunerî, wêjeyî salane lidar bibin, wergerên mehane jî bo hemî zimanên zindî.
Ev vexwendineke bo ji nêzîk bişopînin wateya mirovahiyê em, biaferînin nijada mirov ya resen, dema derbirînên şahî û şêniyê di hunera herî bilind de niştecî dibin.
Malper bêpere ye, pêşwaziya hemiyan dike û bi rastî li wê helbestvan û hunermend ji hemî cîhanê hene, tevger alîkariyê ji kesekî nabîne,
Baweriyeke bêsînor e ev malper, ne jî danpêdanê dike bi sînoran.
Malpera me ciheke li wê giyanên zarok, bêguneh kom dibin li gundekî cîhanî, bi hev re digihin hev, bo cîhane bijarte û xweşik diyar bikin dema hemî ceng û nakokî bi dawî bibin û mirov vegerin karên xwe yên rast ji hezkirin, têgihiştin û lêbûrênê li ser zemîna xwe.
Malpera me cihekî bi rastî ye, li wê ronahiya mirov xweşik hiltê di hundurê hemî şêlûbêla cîhanê de, ciheke, em hastên xwe bixwedî dikin, rizgar dikin giyanên xwe bo bigrin rêyên nû, bi pêş de.
Hûn jî bi tevî me bibin, tekane û kom, zendikên xwe biçikînin, em bimeşin di daristanê nuxurî de, ma ne her helbestek, her wêneyek serserîtiya herî xweş e di jiyana me de…

Advertisements